Li Îranê li eyaleta Sistan-Belucistanê ser derket: 7 kustî hene

14 November 2024 22:41 0 dîtin
Li Îranê li eyaleta Sistan-Belucistanê ser derket: 7 kustî hene

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belucistanê 4 endamên rêxistina çekdar û 3 leşkerên Îranê hatin kuştin. Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; artêşa Îranê li ser mijarê daxwuyaniyekî weha daye:

“Di çarçova operasyonan de li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li navça Raskê bi terorîstan re şer derketiye û 4 çekdar hatine kuştin û 6 kesan xistine binçav. Her weha 3 leşkerên Îranê di şer de hatine kuştin.”

Sîstan-Belûcistan ji xelkê Misilmanên Sunnî pêktê û li herêmê gelek caran tevgerên weha çêdibin. Li ser operasyonên Îranê, grûba çekdar bersivê daye lê bi rastî nayê zanîn ku jîjan rêxistin ketiye ber operasyonên Îranê.