Li Kirgizîstanê lehî rabû: 5 kes mirin û 2 kes wenda ne

29 June 2024 17:37 0 dîtin
Li Kirgizîstanê lehî rabû: 5 kes mirin û 2 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li Kirgizîstanê li herêma Oşê li navça Nookatê li gundê Abşir-Atayê di encama barîna barana zêde de lehî rabû û bû sedema mirina 5 kesan û 2 kes wenda ne.

Xebata ji bo dîtina her 2 kesên wendayî dewam dike û bi sedan kesên ku asê mane tehliya wan dewam dike.

Wezareta rewşên lezgîn ya Kirgizîstanê ragihand ku di encama rabûna ava çemê Şaran-Sayê de pirekî û 7 dîrekên elektrîkê roxiyane, 7 xanî di bin avê de mane. Daxwuyanî weha dewam dike:

“Di encama rabûna ava çem de 7 kes ketin ber pêlên lehiyê, cenazê 5 kesan hat dîtin û lêgerîna ji bo 2 kesan dewam dike. Di lêgerîn û rizgarkirinê de 127 kes dixebitin û gelek ekskavatör li ciyê bûyerê ne.