Li Brezîlyayê lehî rabû: Bi dehan mirî hene!

20 February 2023 17:30 0 dîtin
Li Brezîlyayê lehî rabû: Bi dehan mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li eyaleta Sao Paulo ya Brezîlyayê, lehî rabû û bi rabûna lehiyê re jî li gelek de deveran ax şemitî. Hat diyarkirn ku di encama vê karesatê de gelek kesan can dane.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber vê karesata xwezayî, li herêmên Sao Sebastiao û Ubatuba yên eyaleta Sao Pauloyê, ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî.

Hat diyarkirin ku di encama karesatê de 35 kes li Sao Sebastiaoyê û kesek jî li Ubatuba can dane.

Di agahiyên ku di medyaya Brezîlyayê de hatin ragihand de hat diyarkirin ku di nav miriyan de keçeke 7 salî jî heye.

Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Hemû hikûmeta federal û hêzên çekdar, ji bo alîkariya mexdûran bi hevrêziya bi hikûmeta Sao Paulo re dixebitin."