Ji ber lehî, hez û firtûneyan herî kêm 57 kes mirin
PeyamaKurd – Li Hindistan û Bangladeşê ji ber lehî, hezandin û firtûneyan herî kêm 57 kes jiyana xwe ji dest dan. Di van rojan de li Hindistan û Bangladeşê gelek baran dibare û dibe sedema rabûna lehiyê û lêketina heza li erdê.
Li Hindistanê li eyaleta Biharê roja pêncşemê di bobelatê de herî kêm 33 kes mirin. Li eyaleta Assamê ya Bangladeşê jî ji ber afetan 14 kes jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Assamê firtûne bandorê li 850 hezar mirovan kir û 90 hezar kes ji cîh û warên xwe rabûn û çûn jîngehên demkî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin