Qesra Spî: Tawanbariyên li ser Amerîkayê yên derbarê mirina Reîsî de bêbingeh in!
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya ku bi telekonferansê li dar xist de rojeva derbarê Îranê de nirxand.
Kirby diyar kir ku îdiayên ku dibêjin "berpirsiyariya mueyîdeyên Amerîkayê" ji mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî di ketina helîkopterê de bêbingeh in.
Wî her wiha got: Ji ber mirina serokomarê Îranê di encama ketina helîkopterê de dilgiran in û hevxemiya xwe ji gelê Îranê re ragihand.
Lê wî amaje kir ku piştgiriya Îranê ji pêkhateyên herêmê re zirareke mezin daye, Îran piştgiriya êrîşên 7ê Cotmehê yên Hamasê kiriye û lewma destên Reîsî xwînî bûne.
Kirby diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Derve yê berê yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku îdia kiribû ku yek ji berpirsên xistina helîkoptera Reîsî Amerîka ye ku siza li ser hêmanên balafirxaneya sivîl a vî welatî sepandibû, bêbingeh in.
Di dawiyê de wî got, "Îdiaya ku cezayên DY berpirsiyar in (di vê bûyerê de) bi tevahî bêbingeh e. Sedema qezayê hîn ne diyar e, em dikarin bêjin ji bo me ne diyar e. Ew ji pêbawerî û ewlehiya alavên xwe berpirsiyar in, di nav de balafirvaniya sivîl. Ji ber vê yekê, (îddîa) bi tevahî bêbingeh in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin