Rutte: Li Lîtvanyayê 4 leskerên Amerîkayê mirin

27 March 2025 10:30 0 dîtin
Rutte: Li Lîtvanyayê 4 leskerên Amerîkayê mirin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got: "Bêyî Amerîka, Îngilîstan, Tirkiye, Kanada, Norwêc û Îzlandayê ne mimkûn e ku meriv li ser ewlehiya Ewropayê bifikire."

Mark Rutte roja Çarşemê, 26ê Adar, 2025, beşdarî panelek li Varşovaya Polonya bû. "Ez dizanim ku tişt bi lez di mehên dawî de hatine guhertin. Gelek ji me di vê cîhana ku bi lez diguhere de xwe kêmtir ewledar dibînin. Şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê bênavber berdewam dike. Fikarên cidî li ser wê yekê hene ku ew ê çawa biqede. Lê her çi qas bi dawî bibe jî, Rûsya wê xetereya herî mezin û rasterast bimîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte diyar kir ku Rûsyayê sîstemeke ku li ser teknolojiya Çînê hatiye avakirin, bi piştgiriya balafirên bêpîlot ên Îranê û bi esker û moşekên Koreya Bakur va tê xurtkirin û wiha dewam kir, "Putin dev ji xwesteka xwe ya ji nû ve teşekirina nîzama ewlehiya dinyayê berneda.

Bi destûra we ez ê eşkere biaxivim. Niha ne dema wê ye ku Ewropa û Amerîkaya Bakur bi tenê bimînin. Pirsgirêkên ewlekariya cîhanî pir mezin in ku her yek ji me bi tena serê xwe rû bi rû bimîne. Dema mijar ewlekariya Ewropa û Amerîkaya Bakur tê, ji NATOyê re alternatîfek tine ye." Rutte wiha got: "Bêyî DYA, Îngilîstan, Tirkiye, Kanada, Norwêc û Îzlandayê ne mimkûn e ku mirov ewlehiya Ewropayê bifikire. Tu tişt nikare şûna sîwana nukleerê ya DYAyê bigire ku garantiya herî dawî ya ewlehiya me ye."

Rutte herwiha mirina 4 leşkerên Amerîkî ku di dema perwerdehiyê de li Lîtvanya winda bûbûn ragihand.

Rutte da zanîn ku ew hêj hûrgiliyên bûyerê nizanin û wiha got: "Ev hê geşedaneke pir nû ye û ji ber vê yekê em hûrguliyan nizanin. Bi rastî ev nûçeyek pir xemgîn e û fikrên me li gel malbat û hezkiriyên wan in."