Trump: Hayê min tune ye ji leskerên ku Amerîkî yên li Lîtvanyayê wenda bûne

27 March 2025 15:46 0 dîtin
Trump: Hayê min tune ye ji leskerên ku Amerîkî yên li Lîtvanyayê wenda bûne

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa rojnamevanekî got ku hayê min tune ye ji leşkerên Amerîkî yên ku di tetbîqata leşkerî ya li Lîtvanyayê de wenda bûne.

Ji aliyê din ve çapemeniya Amerîkayê ragihand ku wesayîta zirxî ya M88 Hercules ku leşkerên winda bi kar dianîn “di nava avê de” hatiye dîtin.

NATO: Lêgerin berdewam dikin

Berdevka NATOyê Allison Hart li ser medyaya civakî derbarê 4 leşkerên Amerîkî yên ku di dema perwerdehiyê de li herêma nêzî bajarê Pabrade yê Lîtvanyayê winda bûne, peyamek belav kir.

Hartê got ku ew ji ber tevliheviya ku duh ji ber daxuyaniyên Rutte yên der barê “mirina” leşkeran de çêbûye “xemgîn in” û ji bo leşkeran xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Hartê da zanîn ku Rutte di îfadeya xwe de behsa nûçeyên medyayê dike û destnîşan kir ku ji ber ku lêgerîna leşkeran berdewam dike hêj mirin nehatiye piştrastkirin.

Çi qewimîbû?

Di wê daxuyaniyê de ku derbarê mijarê de hat dayîn, Fermandariya Ewropa û Afrîkayê ya Amerîka (EURAF) ragihand ku 4 leşkerên Amerîkî di dema perwerdeyê de li herêma nêzî bajaroka Pabradeyê ya nêzî sînorê Lîtvanyayê ya bi Belarusê re wenda bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşker dema perwerdehiya taktîkî dikirin wenda bûne û bi hêzên ewlekariyê yên Lîtvanyayê re xebatên lêgerînê yên hevpar hatiye destpêkirin.