Leskerên Amerîkî ji bo 'Navenda Operasyonên Hevbes' gihîstin Rihayê

12 August 2019 15:48 0 dîtin
Leskerên Amerîkî ji bo 'Navenda Operasyonên Hevbes' gihîstin Rihayê

PeyamaKurd – Şanda leşkerî ya Amerîkî ku ji 90 leşkeran pêk tê gihîşt Tirkiyê. Hat zanîn ku yekîneya leşkerî ya Amerîkî di çarçoveya rêkeftina Tirkiye-Amerîkayê ya bo avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş de hatiye Tirkiyê û dê li navenda ku li Rihayê hatiye avakirin dest bi kar bikin.

Li gor zanyariyan Navenda Operasyonên Hevbeş a ku piştî hevdîtinên şanda Amerîkî li Enqerê yên 5-7ê Tebaxê rêkeftin li ser çêbûbû, li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.

Yekîneya ji 90 leşkerên Amerîkî pêk tê ku dê li wê navendê kar bikin, îro gihîştin Balafirgeha GAPê ya Rihayê û piştre jî bi otobûsan ber bi bajaroka Akçakale ve bi rê ketin.