Trump bo leskerên Amerîkî yên Rojava: Diviyabû me li Iraqê jî wisa kiriba...
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo leşkerên amerîkî yên bi mebesta parastina petrolê li Rojavayê Kurdistanê hiştine got, “Me ji bo rojhilatê Sûriyê biryar stand ku leşkerên xwe ji bo kontrolkirina qadên petrolê bicih bikin û diviyabû me li Iraqê jî ev bikira.”
Trump di mîtingeke bo hilbijartinên seroktiya Amerîka yên 2020an de, pirs kir û got, “Ji min dipirsin dibêjin, ‘Hûn çima li Sûriyê dimînin?’ Çimkî min petrola wê derê stand. A rast ya ku me li Iraqê bikira jî ev bû.”
Trump dema biryara vekişînê dabû û Tirkiyê jî dest bi êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê kiribû jî wiha gotibû:
“Bila hinekên din sînoran kontrol bikin. Me petrol xist bin ewlehiyê. Ji petrolê hez dikim. Em û Kurdan bi hev re dixebitin. Bi Tirkiyê re jî dixebitin. Em bi gelek welatan re dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin