Reuters: Leskerên Amerîkî ji Rojava li ser sînorê Tirkiyê dewriye kir
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê îro Pêncşemê bi zarê jêderekî HSDê û şahidekî radigihand ku hêzên Amerîkî li ser sînorê Sûrîyê û Tirkîyê gerên nobedarîyê pêk anîn.
Rayedarê HSDê ji Reutersê re gotiye ku ew nobedarî wê ne tenê ji bo carekê bin. Li gorî çavkaniyên herêmê dewriyeya Amerîkayê nêzîkî gundê Şelomê yê başûrê rojhelatê Tirbe Sipiyê li ser Sînorê Tirkiyê hatiye kirin.
Çavkaniyekê jî da zanîn ku alayên Amerîkî li ser wesayîtên zirxî bilindkirî bû.
US. forces have returned to northen Syria: conducted a patrol on the Syria-Turkey border today pic.twitter.com/2bLFDNhTiP
— Amichai Stein (@AmichaiStein1) October 31, 2019
Piştî ku Amerîka ferman dabû hêzên Amerîkî ji ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê vekişin, Tirkiyê 9ê Cotmehê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kiribû û hîn jî êrîş berdewam dikin.
17ê mehê bi navbeynkariya Amerîka agirbesta rawestandina êrîşan bi Tirkiyê re hatibû ragihand, lê li pey wê jî êrîş ranewestiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin