Hêzên Amerîkî li sînorên Rojava, Basûr û Bakur dewriye gerandin
PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê ku ji nû ve vedigerin Rojavayê Kurdistanê îro gereke çavdêriyê ya leşkerî di navbera deriyê sînorî Til Koçer yê di navbera Sûriye, Iraq (Başûr) û Dêrikê (Bakur) de pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên herêmê hêzên amerîkî bi armanca çavdêrîkirina rewşê, hejmarek otombîlên leşkerî gihîştin deriyê sînorî Til Koçer û ji wir jî dest bi gera xwe ya çavdêriya navenda petrol û gazê ya li devera Siwêdiyê kirin ku ji wir ve jî berê xwe didin herêma Dêrikê.
Hat zanîn ku ev cara yekem e hêzên Amerîkî derbasî xala sînorî ya Til Koçer dibin ku deriyê sînorî yê Til Koçer 90 km dikeve başûrê rojhilatê Qamişlo û 60 km jî li başûrê Dêrikê ye ku ji aliyê Iraqê ve navê wî derîyî Rebîe ye.
Serokê Amerîka Donald Trump ev 3 car in biryara vekişîna leşkerên xwe ji Sûriyê dide û piştî demekê dîsa vedigerin ku vê carê jî bi hinceta parastina petrolê ligel HSDê dewriyeyan dikin.
Herî dawî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî piştrast kir ku wan bi hêzên hevpeymaniyê re piştî zincîre civînan li hev kiriye xebatên hevbeş berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin