Rojava | Li Dêrazorê 2 leskerên Amerîkî birîndar bûn
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê eşkere kir, li herêma Dêrazorê ya di bin kontrola HSDê de 2 leşkerên Amerîkî di êrîşekê de birîndar bûn.
Hêza Karê Hevbeş a Operasyonên Taybet - Levant a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser hesabê fermî yê Twitterê ragihand: “Îro danê sibehê, êrîşeke nerasterast li ser hêzên Hevpeymanan li gundê Kesk ê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk hat.”
Hat diyarkirin, di encama êrîşê de 2 leşkerên Amerîkî birîndar bûn ku yek ji leşkeran ji ber birîna di serê wî de, din bin çavdêriyê de ye.
Hêza Karê Hevbeş a Operasyonên Taybet da xuyakirin ku lêkolîn derbarê vê bûyer de dest pê kiriye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku şeva borî milîsên bi ser Îranê ve kêlgeha El-Omer li rojhilatê çemê Firatê li başûrê rojhilatê Dêrazorê bi 5 moşekan kirine armanc û hêzên Hepeymaniya Navdewletî bersiva wê êrîşê dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin