CENTCOM: Li Rojavayê Kurdistanê û Dêrazorê ti êrîs li ser baregehên Amerîkî çênebûne…

15 August 2023 18:58 0 dîtin
CENTCOM: Li Rojavayê Kurdistanê û Dêrazorê ti êrîs li ser baregehên Amerîkî çênebûne…

PeyamaKurd -  Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser îdiayên medya Erebî yên êrîşên ser baregehên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ti êrîşek li navçeya Şedadê ya Rojavayê Kurdistanê û Dêrezora Sûriyê li ser baregehên wan nehatiye kirin.

CENTCOMê îro 15ê Tebaxê di bersiva pirsa K24ê de gotiye, li ser îdiayên êrîşên leşkerî û teqînan li baregehên wan ên li navçeya Şedadê ya girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û kelgeha Konîko ya li sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê da xuyakirin ku 12ê Tebaxê ne êrîşa moşekî û ne jî teqîn li baregehên wan çênebûne.

Di medyaya Erebî de hatibû belavkirin ku roja Şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, êrîşeke moşekî li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkayê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye, di nûçeyeke rojnameya El Weten a Sûrî hatibû gotin, Amerîka karwaneke nû ya leşkerî bi rêya deriyê neyasayî yê El Welîdê biriye nav axa Sûriyê û ragihandibû ku ew karwan ji 20 barhilgiran, alavên lojîstîk û sindoqên girtî û blokên çîmentoyê pêk dihat ku ber bi baregeha Amerîka ya li Hesekê ve çûne.