CENTCOM: Êrîsê ser baregeha li Ayn el Esadê kirin û 8 leskerên Amerîkî birîndar bûn
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo Rûdawê ragihandiye ku grûbên terefdatrê Îranê êrîşê ser baregeha Amerîkayê ya leşkerî ya li Ayn Al Esadê kirine û di êrîşê de 8 xebatkar an leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
CENTCOMê ragihandiye ku êrîş bi fuzeyên balistik yên menzîla wan kurt hatine kirin bo ser baregeha Anbarê ya Ayn Al Esadê û di baregehê de xesareka kêm çêbûye.
Amerîka li hemberê vê êrîşê, ji hewayê de êrîşê ser alavekî grûbên bi ser Îranê ve kirine. Hêzên Amerîkayê û koalisyonê bi balafira AC-130 êrîşê biriye ser alava ku kesên êrîşê kirine ser baregeha Amerîkayê di nav de bûne û li alavê xistine.
Farmandarî gotiye ku êrîş ji bo xwe parastinê hatiye kirin û ji dijminên wan gelek kes mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin