Li Lubnanê êrîsê baregeha UNIFILê kirin û 4 leskerên Îtalyayê birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Lubnanê li devera Çamaayê bi roketan li baregeha UNIFILê xistin ku baregeha aîdê hêzên aştiyê yê NY li başûrê Lubnanê ye û di encamê de 4 eskerên Îtalyayê birîndar bûn.
Ajansa Reutrs di mijarê de ji devê rayedarên hukumeta Îtalyayê radigihîne ku di êrîşê de her 4 leşkerên Îtalyayê sivik birîndar bûne û ji aliyê jiyanê de ti talûka wan tine.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku êrîş nayê qebûl kirin û bangî temamê terefan kir ku ewlehiya leşkerên UNIFILê garantî bikin.
Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî ragihand ku dibe Hîzbûllahê êrîşê dabe kirin.
Wezareta berevaniyê ya Îtalyayê got ku 2 roketên 122 milimetre li navenda hewandina baregehê û odeyekî nêzî navenda polîsên navdewletî ketine. Di encama teqînê de cam şikestine û perçên cama li 4 leşkeran ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin