Li Lubnanê xwendekaran êrîsên Îsraîlê protesto kirin
PeyamaKurd — Xwendekarên Lubnanî li Zanîngeha Amerîka ya li paytext Beyrûdê kom bûn û hêrişên Îsraîlê yên li dijî Xezzeya Filistînê protesto kirin.
Xwendekaran xwest ku hêrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Filistîniyên li Xezzeyê bêne rawestandin.
Xwendekarên zanîngehan ên Lubnanî, piştgirî dane xwepêşandanên xwendekaran ên li zanîngehên Dewletên Yekbûyî yên AmerÎkayê (DYA) ku bi heman mebestê hatibûn destpêkirin.
Xwendekaran dirûşmên: "Em piştgirên gelê Xezzeyê ne, Em jî Filistînî ne û Em Filistînê ji bîr nakin" berz kirin.
Ev xwepêşandanên xwendekarên zanîngehên Lubnanê yekem xwepêşandanên girseyî yên xwendekarên vî welat ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin