Ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve êrîsên bi mosekan û UCAVan hatin kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji axa Lubnanê li bakurê Îsraîlê bi moşek û UCAVan êrîşek hat kirin.
Rayedarekî Berdevkê Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku ji axa Lubnanê li dijî bakurê Îsraîlê bi moşek û UCAVan êrîş hat kirin.
Rayedarê Îsraîlî derbarê ku di êrîşan de birîndar an kuştî hene an na agahî parve nekir.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku li bakurê welêt sîren tên lêxistin.
Derbarê mijarê de hêj ji Tevgera Hizbullah a Lubnanê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah ragihand ku Îsraîl wê di axaftina xwe ya li merasîma cenazeyê Fûad Şukurê yek ji fermandarên Hîzbullahê ku di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin, bersivê bide.
Nasrallah diyar kir ku wê bersiva kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye teqez bê dayîn û wiha got: "Tu cihê nîqaşê nîne ku dijmin li benda bersiva me bimîne."
Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû. Li Tehranê li dijî mala Heniyye êrîşek hat kirin. Di êrîşê de Heniyye jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin