Amerîka dixwaze têkiliyên bi Kurdistanê re bastir bibin
PeyamaKurd - Şandeke Amerîkî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di hevdîtinê de şanda mêvan amaje kir ku ew hêvîdarin pêwendî û têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de bihêz bibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulosê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Stephen Vaughan û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku konsulosê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Kin Gross jî tê de beşdar bû, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin û Kin Gross spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya vî kiriye û hêvî xwest ku heman hevkarî bo konsulosê nû yê Amerîkayê jî were domandin.
Herwiha şanda mêvan amaje kir ku ew hêvîdarin têkiliyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de li hemû waran bihêztir bibin û amadebûna xwe jî bo piştgîrîkirina prosesa siyasî li Iraqê û Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo konsulosê berê yê Amerîkayê xwest û rola vê di warê pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kurdistan berdewam dibe li ser hewldanên ji bo bihêztirkirina pêwendiyên xwe yên li gel Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin