Amerîka: Em amade ne têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bêhtir pês bixin

31 March 2023 01:41 0 dîtin
Amerîka: Em amade ne têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bêhtir pês bixin

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Irvin Hicks, li payîtext Hewlêrê civîna çapemeniyê kir û li ser têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê nirxandinan kir. Irvin Hicks ragihand ku Amerîka di seha bazirganî, veberhênanê û sehayên din de, ew amade ne ku bi Kurdistanê re têkiliyên xwe bêhtir pêş bixin. Hicks, îro bi sedema wezareta gihandinê ya Kurdistanê bi şîrketa Taxî Kerîm re gelek rêzepeymanan îmze kiriye, wan pîroz kir û got:

“Ev hewldana teknolojîk, ji bo wê kar bidin gelek mirovan pir girînge. Ji ber mazûrvaniya we sipas dikim.”