Komserê Yekîtiya Awrûpayê Varheyli û wezîrê Îsveçê Forssell seredana Tirkiyê dikin

21 February 2023 23:14 0 dîtin
Komserê Yekîtiya Awrûpayê Varheyli û wezîrê Îsveçê Forssell seredana Tirkiyê dikin

PeyamaKurd – Komserê Yekîtiya Awrûpayê yê ku ji cîrantî û firehkirinê berpirse Oliver Varhelyi û serokê demkî yê YA yê ku niha Îsveçe, wezîrê wê yê ji hevkariya geşepêdanê û bazirganiya derve berpirs Johan Forssell, piştî erdheja li Tirkiyê ji bo taziyê û destekê diçin Tirkiyê.

Li gor ragihandina wezareta kerên derve ya Tirkiyê wê her dû berpirs di 21-22 ê sibatê de herin Tirkiyê.

Komiser Varhelyi û wezîr Forssell li Ankara wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtinê bikin û li ser alîkariya YA yê û konferansa navdewletî ya di meha adarê de biaxifin.