Yekîtiya Awrûpayê 485 mîlyon Ewroyê din jî dide penaberên li Tirkiyê

24 December 2020 01:21 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê 485 mîlyon Ewroyê din jî dide penaberên li Tirkiyê

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bo destekê bide bernameyên bo penaberên li Tirkiyê, dê di sala 2021 ê de bi miqdarê 485 mîlyon Ewro îlawe destekê bide projeyan. Li gor ragihandina komisyona Yekîtiya Awrûpayê; bo pêdiviyên penaberên li Tirkiyê alîkariya pere û bo zarokên penaberan bo perwerdeya wan, du bernameyan berfireh kirine.

Wê her dû bername heya serê sala 2022 ê bên dirêjkirin. Komîsyon di beyana xwe de gotiye ku bo 1,8 mîlyon penaberan zêdetir alîkariya wan ya pere dike û bo perwerdeya 700 hezar zarokan alîlariya perwerdê dike.

Fonên han ji aliyê Xaça Sor û bi hevkariya UNICEF ê, ji aliyê Heyva Sor ya Tirkiyê de tê meşandin.