Yekîtiya Awrûpayê 1.2 mîlyar Ewro kredî dide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Awrûpayê de biryar hat dayîn ku ji bo îstîqrara Ûkraynayê teşwîq bikin û bexwedana wê zêde bikin wê weka kredî 1.2 mîlyar Ewro pere bidin Ûkraynayê. Konseya Yekîtiya Awrûpayê di daxwuyaniya xwe de li ser mijarê weha got:
“YA wê ji bo li Ûkraynayê îstîqrarê teşwîq bike, bilez wê bi miqdarê 1.2 mîlyar Ewro alîkariya operasyona makro-fînansê bide Ûkraynayê. Armanca krediyê ji bo desteka bilez bidin rewşa krîzê û berxwedana Ûkraynayê zêde bikin tê dayîn.
Krîz li ser aboriya Ûkraynayê bandorekî neyînî kiriye û li Ûkrayna, nezelalbûna wê ya jeopolîtîk li pêşiya sermayê bû asteng. Sermaya navdewletî nikare xwe bigihîne bazara Ûkraynayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin