Lîderên Yekîtiya Awrûpayê li hev kirin ku 18 mîlyar Euro alîkariyê bidin Ûkraynayê
PeyamaKurd – Li payîtexta Belçîka Brukselê 2 roje ku civîna lîderên dewletên endam yên Yekîtiya Awrûpayê dewam dike. Di encama civînê de li ser alîkariya Ûkraynayê li hev kirin ku mehane 1,5 mîlyar Euro alîkariyê bidin Ûkraynayê. Konseya Awrûpayê her weha li ser nexşerêya hevpar ya enerjiyê lihev kirin.
Piştî civînê seroka Komîsyona Awrûpayê Ursula von der Leyen got ku heya niha 19 mîlyar Euro alîkariyê dane Ûkraynayê û plana xwe ya ji bo sala were kirine. Leyen weha got:
“Gelek girînge ku Ûkrayna xwediyê dahatekî bi îstîqrar be. Pêdiviya Ûkraynayê ya mehane li dora 3-4 mîlyar Euroye. Wê 1,5 mîlyar Euro Yekîtiya Awrûpayê bide. Pêdiviya mayî wê Amerîka û rêxistinên navdewletî bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin