Yekîtiya Awrûpayê û Îngîltere li ser hevkariya xizmetên fînansî peyman îmze kirin
PeyamaKurd – Endamê komisyona Yekîtiya Awrûpayê Mairead McGuinness û wezîrê darayî yê Îngîltere Jeremy Hunt, li ser xizmetên fînansî zebta hevkariyê ya lihevkirinê îmze kirin. Wê rêvebirên dezgeyên fînansî bi rêk û pêk bi hevre bicivin, ji bo îstîqrara fînansî, yekîtiya bazarê, ji bo parastina veberhênanan û muşteriyên herî dawiyê hevkariyê bikin. Mairead McGuinness û Jeremy Hunt, zebtê li Brukselê îmze kirin û piştî îmzayê derketin ber çapemeniyê.
McGuinness got ku YAyê û Îngîltere di çarçova protokola Îrlanda Bakûr de, ji bo ji pirsgirêkên bazirganî re çareseriyê bibînin lihev kirine, bi Çarçova Windsor re di têkiliyan de rûpelekî nûh vekirine.
Wezîr Hunt jî ragihand ku îstîqrara fînansî ji bo berjewendiyên her dû terefane û xi,zmeta fînansî ya herî mezin ya Awrûpayê li Îngîltere ye. Hunt her weha got ku dixwazin bi YA re nêz bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin