Lîderên Yekîtiya Awrûpayê bi budçeya 1,8 trîlyon Ewroyî lihev kirin

11 December 2020 00:14 0 dîtin
Lîderên Yekîtiya Awrûpayê bi budçeya 1,8 trîlyon Ewroyî lihev kirin

PeyamaKurd – Lîderên welatên Yekîtiya Awrûpayê li ser budçeya bi 1,8 trîlyon Ewroyî lihev kirin. Di nava budçeyê de paketa rizgarkirina encama Kovid-19 ê ya aborî jî heye.

Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel, di zîrweya li Brukselê ya lîderên welatên Yekîtiya Awrûpayê de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijara budçeyê ragihand. Budçe ya salên 2021 û 2027a ye.

Michel got ku êdî dikarin dest bi cîhanînê bikin û aboriya welatên xwe ji nûh de ava bikin.