Azerbeycan û Yekîtiya Awrûpayê projeya enerjiyê îmze kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê İlham Aliyev û seroka komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen civînekî çapemeniyê lidarxistin û ji bo çapemeniyê weha hat gotin:
“Projeyên ku Azerbeycan pêşniyar kir, projeyên ku ji aliyê YA yê û hevkarên me de tên destekkirin, nexşaya enerjiya Awrûpayê bi temamî guhert. Di navbera YA yê ku ji aliyê Komîsyona Awrûpa de tê temsîlkirin û Azerbeycanê de, zebta hevpariya stratejîk ya di seha enerjiyê de hat îmzekirin.”
Piştî îmzekrina peymanê ya lihevkirinê, serokê Azerbeycanê İlham Aliyev weha got:
“Hevkariya aktîv ya enerjiyê ya di navbera Azerbeycan û YA de ji 15 salan zêdetire. Ev ne belga yekeme ku em îmze dikin. Di sala 2006 an de zebta lihevkirinê, di sala 2011 an de me bi hevre li ser ‘Korîdora Başûr ya Xazê’ îmze kir. Ji ber wê rabirdûyekî me yê baş û serkeftinên me hene. Projeyên ku Azerbeycan pêşniyar kir, projeyên ku ji aliyê YA yê û hevkarên me de tên destekkirin, nexşaya enerjiya Awrûpayê bi temamî guhert. Me bi YA re diyaloga petrol-xazê, enerjiya alternatîv, bereketa hîdroelektrîkê û di gelek sehayên din de da destpêkirin.
Me dest bi projeya enerjiya bayê û rojê ji niha de destpêkir. Li Qerebaxê û Zengezora rojhilat potansiyela enerjiya rojê û bayê dikarin bêjim li dora 9 hezar û 200 megavat e. Potansiyela enerjiya bayê li Derya Hazarê 157 gigawattt e. Ya rast bingeheka me ya enerjiyê ya ji dil heye.”
Ursula von der Leyen jî ragihand ku berya şerê Rûsya û Ûkraynayê Rûsya ne yê baweriyê bû û ji ber wê:
“ YA xwe da ser çavkaniyên enerjiyê yên îlawe û dest bi xebata hevkarên baweriyê kir. Ez razî me ku Azerbeycan di nav hevkarên me yên baweriyê de ye. Ji bo me, hun her wext bûn hevkarê enerjiyê yê girîng û yê baweriyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin