Banka Navendê ya Îspanya: Dibe 94 mîlyar Ewro kredî pasde nedin
PeyamaKurd – Banka Navendê ya Îspanyayê ragihand ku krediya heya niha ya ku bi ferdî û dezgeyî dane ku miqdarê wê li dora 94 mîlyar Ewro ye, talûke heye ku bi paşde nê dayîn. Banka ragihand ku di paşde nedana krediyan de, rîska ku heye ne tenê ji bo bankane lê her weha ji bo Enstîtuya Krediyê ya Fermî (ICO) jî eyniye, ji ber di wexta pandemiyê de bi şertên maqûl kredî daye.
Ji rîska bi 94 mîlyar Ewroyî 61 mîlyarê wê yên şîrketaye û 31 mîlyar û 400 mîlyon Ewroyê wê krediya şexsiye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku zêdebûna bihayê enerjiyê, encamên darayî yê şerê Rûsya-Ûkraynayê, daketina hilberînan rîska navborî zêdetir dike. Divê banka bihezir tevbigerin û temîna krediyan serbest bernedin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin