Banka Îslamî ya Iraqê jî besdarî projeya Hesabê Min dibe
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Banka Îslamî ya Iraqê (IIB) wê di nav wan bankan de be ku beşdarî projeya Hesaba Min bibin.
Di daxuyaniya ku ji teref hikûmetê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku IIB dê wek bankên BBAC, Cîhan, NBI û RTyê beşdarî projeya Hesabê Min bibe.
Di daxuyaniyê de, "Em pêşbînî dikin ku bankên din ên mezin heta dawiya vê mehê beşdarî projeya Hesaba Min bibin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 240 hezar hesabên bankî ji bo karmendên Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û zêdetirî 120 hezar kartên bankî jî hatine dabeşkirin.
Hat destnîşankirin ku bi saya hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi bankayan re, di hejmara bankomatan de zêdebûneke berçav çêbûye.
Li gorî daxuyaniyê, di demekê de ku proseya tomarkirina mûçeyên karmendan li seranserê Herêma Kurdistanê berdewam e, di heman projeyê de plana tomarkirina zêdetir ji milyonek mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta dawiya îsal berdewam dike.
"Hesabê min"
Ev destpêşxeriya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşxistina sektora bankî, dîjîtalkirina mûçeyên zêdetirî milyonek karmend, hêzên ewlehiyê û kesên xanenişînan. Proje tê plankirin ku bi kêmkirina girêdayîbûna bi danûstendinên diravî re karbidestî û şefafiyeta hikûmetê zêde bike.
Bi saya projeya “Hesaba Min” karmend, xanenişîn û hêzên asayîşê bi rêya tora bankomatên ku wê li zêdetirî 1000 stasyonên li seranserê Herêma Kurdistanê were sazkirin, bi awayekî ewle, şefaf û hêsan bigihin mûçeyên xwe.
Herwiha hewlên peydakirina 100 hezar kertên debît û belavkirina wan li navendên danûstendinê jî berdewam in da ku kartên debît ji welatiyan û beşdarên projeyê re hêsantir bikin.
Proje wê hêsantir bike ku hemî beşdarên xwe bigihîjin karûbarên bankingê yên nûjen, di nav de deyn, teserûf û dravê dîjîtal.
Daxuyaniya projeya "Hesaba Min".
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ragihandina wê bernameyê de got: "Ev rêyeke pêbawer, şefaf û rehet e ku karmend û kesên xanenişînkirî mûçeyên xwe bi rêya tora ATM li 1000 xalan li seranserê Herêma Kurdistanê werbigirin."
Bi saya vê destpêşxeriyê, karmendên sektora giştî dê bigihîjin karûbarên bankingê yên nûjen, di nav de deyn, derfetên teserûfê, şandinên navxweyî û navneteweyî, tesîsên vekişîna navneteweyî, dravên serhêl û dîjîtal.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku projeya “Hesaba min” yek ji destpêşxeriyên demdirêj ên kabîneya nehem e, Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ev proje wê xizmetên giştî bike dîjîtal û refaha welatiyan zêde bike û bazirganiyê li Kurdistanê de hêsantir bike.
Pêkanîna projeya "Hesabê Min"
Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê proje di 7ê Adara 2023an de li nexweşxaneya jin û dayikbûnê ya Hewlêrê wek qonaxeke ceribandinê ket pratîkê. Hat ragihandin ku di qonaxa îmtîhanê de 850 xebatkarên nexweşxaneyê wê mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal ji hesabên xwe yên bankê yên nû bistînin.
Li gorî rêveberên projeyê ji bo temamkirina projeyê wê 2 sal derbas bibe. Hemû karmendên Herêma Kurdistanê ku zêdetirî 1 milyon û 200 hezar karmendên mûçe lê hene, dê hesabên xwe yên bankî hebin.
Do 15.03.2023ê di hevpeyvîneke taybet ji bo projeya “Hesaba Min” de Mesrûr Barzanî ragihand ku ew ê li ser karê xwe berdewam bin ji bo ku ew proje bigihe tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin