Yekîtiya Ewropa hewl dide vîzeyê bo Ermenistanê rake
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rakirina vîzeyê li ser Ermenistanê dest bi danûstandinan dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Ewropayê de hatiye gotin, “Komîsyon piştî ku doh pêşniyar li Komîsyona Derve hate qebûlkirin, dest bi hevdîtinên serbestiye vîzeyê bi Ermenistanê re dike.”
Hate diyarkirin ku wê bi hevdîtinên ligel Ermenistanê re, rê li ber çaksaziyên di gelek warên cuda de bo Erîvanê bike.
Hate destnîşankirin ku wê Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne.
Beriya niha jî Konseya Ewropayê biryar dabû ku 10 milyon euro alîkariyê bo artêşa Ermenistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin