Yekîtiya Ewropa bilêtên belas ên trênê dide 36 hezar ciwanan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve biryar hatiye dayîn ku ji bo 36 hezar ciwanên gelek welatan ên di sala 2005an de hatine dinê, bilêtên belaş ên trênê bên dabeşkirin.
Komîsyona YEyê ragihandiye ku di çarçoveya bernameya Yekîtiya Ewropa ya "DiscoverEU" de, piştî bersivdana çend pirsan li ser înternetê, dê bilêtên geşta Ewropayê ya bi trênê li 36 hezar ciwanên 18 salî yên hejmarek welatan bên dayîn.
Di malpera Ciwanan a Ewropayê de hatiye ragihandin ku dê heta 18ê Cotmehê ciwan bikaribin serlêdanê bikin.
Kesên ku mafê bilêtên belaş bi dest bixin jî dê bikarin di navbera 1ê Adara 2024an û 31ê Gulana 2025an de, bo 30 rojan bilêtên belaş ên trênê bikar bînin. Wê ciwan dema geşta xwe ji gelek derfetên YE jî sûde bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin