Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên ser Samê salekî dirêj kir

01 June 2022 00:39 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên ser Samê salekî dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên ku danîbû ser rejîma Beşer Esed salekî dirêj kir. Li gor ragihandina konseya Awrûpaye; ji ber rejîma Beşer Esed zorê dide ser xelkê, wan dorpêçên ku berê danîbû ser Şamê, wextê wan salekî dirêj kir.

YA yê ji lîsta navan ya dorpêçan 3 kesan derxist û niha di lîstê de 289 kes û 70 rêxistin hene. Li gor dorpêçan; YA yê dest daniye ser malên kes û rêxistinan û seredanên wan yên ji bo Yekîtiya Awrûpayê hatine qedexekirin.

Di nav tedbîrên YA yê de, ji sala 2011 an heya niha ji ber zilm û zora rejîmê tedbîrên YA yê dewam dikin. Îxracata petrolê, hinek veberhênan, cemidandina heyiyên banka navendî ya Sûriyê yên li Awrûpayê, alavên ku di zorê de di nav welat de tên bikaranîn û yên danûstendinan, îxracata teknolojiyê di nav tedbîrên YA yê de ne. Tenê çûna alîkiyên mirovî ji bo Sûriyê di nav dorpêçan de nînin. Dorpêç wê heya 1 ê hezîran a sala 2023 an dewam bikin.