Almanyayê êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê sermezar kir

14 November 2022 19:58 0 dîtin
Almanyayê êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd - Almanyayê êrîşên Supaya Pasdarên Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji Tehranê rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre.

Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê, îro 14ê Mijdarê li ser êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir û xwest, demildest ew êrîş rawestin.

Di daxuyaniya li ser Twitterê hatiye belavkirin de hat gotin: “Em êrîşa dubare ya moşekî û balafirên bêmirov ên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em ji Îranê daxwaz dikin, rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre, divê êrîş demildest werin rawestandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Duşemê danê sibê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKİ) li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê bi moşekan hatin armanckirin ku Supya Pasdarên Îranê berpirsiya xwe ya êrîşan ragihand.

Di êrîşên îro 14ê Mijdarê de, 2 Pêşmerge şehîd bûn û 8 kesên din jî birîndar bûn ku dibe hejmar hîn zêdetir jî bibe.