Nûnerê Rûsya yê NY êrîsên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê sermezar kir

04 October 2022 19:48 0 dîtin
Nûnerê Rûsya yê NY êrîsên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd - Nûnerê Federasyona Rûsyayê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşên 28ê Îlonê yên Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya îro 4ê Cotmehê de ku li ser rewşa Iraqê bû, Nûnerê Rûsyayê êrîş û bobebaranên çend rojên dawî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, ew êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Li ser rewşa Iraqê jî Nûnerê Rûsyayê ji aliyên siyasî yên Iraqê xwest ku bi rêya gotûbêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin û li hember pêşîgirtin û gefên terorê yekdeng bin.