Di êrîsên li herêma Daxistanê ya Rûsyayê de hejmara kustiyan zêde bû

24 June 2024 12:00 0 dîtin
Di êrîsên li herêma Daxistanê ya Rûsyayê de hejmara kustiyan zêde bû

PeyamaKurd – Di êrîşên çekdarî yên li herêma Daxistanê ya Rûsyayê de ku qereqolek, sînagog û 2 dêr hatin hedefgirtin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 15an.

Serokê Komara Xweser a Daxistanê ya Rûsyayê Sergey Melîkov di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Telegramê de daneyên nû yên der barê mirina di êrîşan de parve kir.

Melîkov diyar kir ku polîsên M Daxistanê li dijî kesên ku êrîş organîze kirine li ber xwe didin û got, “Di vê êrîşa terorîstî ya nedîtî de zêdetirî 15 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Bi çekên di dest de aştî û aramiya Daxistanê diparastin. Di nav kuştiyan de gelek sivîl hene, di nav wan de kahînek."

Di daxuyaniya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku ev êrîş weke kiryarên terorîstî hatine nirxandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya duh a Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê da hat ragihandin ku li bajarên Makhaçkala û Derbendê kesên çekdar ên nasnameya wan ne diyar êrîşek li dar xistine.