Ji Amerîkayê biryara derziya Covid-19 ya Pfizer/BioNTechê
PeyamaKurd – Saziya Derman û Xurekan a Amerîkayê (FDA) li ser bikaranîna derziya korona ya ku ji aliyê kompaniya Amerîkî Pfizer û ya Almanî BioNTech ve hatiye pêşxistin biryara bikaranîna rewşa bilez da. Biryar bû FDA 10ê Kanûnê derziya navborî pesend bike û destûra lêdana wê li seranserê Amerîkayê bide.
Beriya Amerîkayê, Brîtanyayê destûra bikaranîna derziya Pfizer/BioNTechê dabû û derzîkirina welatiyên Brîtanyayê jî dest pê kiribû.
Kompaniya Pfizerê ragihandibû ku derziya ku wan bipêş xistiye ji sedî 95 li dijî koronayê bi bandor e.
Derziyên koronayê li herdu welatên Amerîka û Brîtanyayê, li gorî bernameyekê pêşî li kesên metirsî li ser tenduristiya wan heye dixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin