Li Hewlêrê 6 dikanên gostfirosiyê hatin girtin

22 January 2025 15:44 0 dîtin
Li Hewlêrê 6 dikanên gostfirosiyê hatin girtin

PeyamaKurd – Qeymeqamtiya navçeya navendî ya Hewlêrê ragehand, îro (22.01.2025) lijneya kontrol û çavdêriya bazarê ya bi serpereştiya qeymeqamtiya navçeya navendî ya Hewlêrê, di çarçoveya çavdêriya bazar û rêgiriyên li xurekên ku dema wan derbas bûye û bê kalîte, li taxa Fermanberên Hewlêra paytext kontrola 18 dikanan hatiye kirin.

Piştî kontrolan lêpirsîna li nirx û kalîteya xurekan, ji 18 dikanan, 6 dikanên goştfiroşiyê hatine girtin ji ber ku ne pêbendî mercên tenduristiyê û paqijiyê bûne. 

Dikanên ku mohleta wan a karkirinê jî bi dawî bûbû, yan jî kêmasiyên wan ên din hebûn, hatine hişyarkirin da ku di demeke kurt de serdana qeymeqamtiya navendî û aliyên peywendîdar bikin.