Li Hewlêrê operasyon: 3 tîryakfros û 24 kîlo krîstal hatin girtin
PeyamaKurd - Rêveberiya Astengkirina Bûjenên Hişbir a Herêma Kurdistanê ragihand ku di operasyoneke tîryakê de 3 bazirganên madeyên hişber, li gel 25 kîlo û 800 gram esrar hatine girtin.
Rêveberiya Astengkirina Bûjenên Hişbir bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama xebatên rêveberiyê yên ji bo rûbirûbûn û astengkirina bûjenên hişbir de, 3 bazirganên madeyên hişbir ku 2 ji wan biyanî ne, hatin girtin.
Rêveberiyê diyar kir ku di encama operasyonên li bajarokê Sîdekan û navenda Hewlêrê pêk hatine de li gel kesên hatine girtin 25 kîlo û 800 gram hişbirê ji cureya krîstal jî hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniya rêveberiyê de hatiye destnîşankirin ku kesên hatine desteserkirin di nava komeke metirsîdar a bazirganiya bûjenên hişbir de ne û di dema hewldana girtina wan de yek ji bazirganan li dijî endamên tîma rêveberiyê têkoşiyaye û piştre bi birîndarî hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin