Pasewanên Sînor 4 kîlo madeyên hisbir ji cureya Krîstal desteser kirin
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Navçeya Yek a Pasewanên Sînor da zanî, 4 kîlo madeyên hişbir yên ku welatiyekî Îranî bi dixwest wan derbasî nava Herêma Kurdistanê bike, hatin desteserkirin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Navçeya Yek a Pasewanên Sînor Eqîd Karwan Xoşnaw
diyar kiriye, Fewça Pênc ya ser bi Lîwaya Sê ya Fermandariya Navçeya Yek ê Pasewanên Sînor, 4 kîlo madeyên hişbir ji cureya Krîstal desteser kirin ku welatiyekî Îranî dixwest wê bi qaçaxî derbasî nava Herêma Kurdistanê bike.
Eqîd Karwan Xoşnaw eşkere kiriye, piştî eşkerebûnê ew kesê ku dixwest madeya hişbir derbas bike reviya nava axa Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin