Hewlêr | Encûmena Asayîsê dest danî ser 510 kîlogram madeyên hisbir

19 July 2022 10:00 0 dîtin
Hewlêr | Encûmena Asayîsê dest danî ser 510 kîlogram madeyên hisbir

PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê dest danî ser 510 kîlogram madeyên hişbir.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, bi vîdeoyekê dîmenên madeyên hişbir belav kir û got, ew madeyên hişbir yek ji madeyên herî bi bandor ên hişbir e û weke heb in ku ji bo derbaskirina derveyî welat, ji Hewlêrê re hatine şandin.

Encûmenê di berdewamiyê de ragihand, şofêrê barhilgir û xwediyê depoya ku ew amûr tê de bûn, hatin desteserkirin.