Wezareta Navxwe ya Iraqê: 300 kîlogram madeyên hisbir û 14 milyon heb hatin desteserkirin

05 September 2022 09:34 0 dîtin
Wezareta Navxwe ya Iraqê: 300 kîlogram madeyên hisbir û 14 milyon heb hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Iraqê diyar kir, 300 kîlogram madeyên hişbir û 14 milyon heb hatine desteserkirin.

Li gor Berdevkê Midûriyeta Giştî ya Kontrolkirina Maddeyên Hişbir ê Wezareta Navxwe ya Iraqê Bîlal Subhî da zanîn: "Operasyonên me ji bo şerkirin û şopandina qaçaxçiyên narkotîkê berdewam dikin, zêdetirî 1,350 gumanbar meha borî hatin girtin."

Bîlal eşkere kir: "Di heyama heşt mehên borî de, 11,000 qaçaxçiyên gumanbar ên madeyên hişbir hatine girtin û nêzîkî 300 kîlogramên madeyên hişbir, zêdetirî 14 milyon hebên kaptagon û madeyên derûnî hatine desteserkirin."

Herwiha di daxuyaniya hêzên ewlehiyê de hat raginadin ku li Besra herî zêde bazirganên madeyên hişbir hene û Necef û Kerbela jî herî zêde bi madeyên hişbir bi kar tînin. Ev yek ji aliyê Wezareta Navxwe ve jî hatiye piştrastkirin û hejmarek ji wan jî hatine girtin.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin: "Hewleke cidî ji aliyê rêveberî û hemû saziyên ewlekariyê ve heye ji bo şerê li dijî bazirganên madeyên hişbir."