Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Şeva borî bi serpereştiya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê civiya û di derbarê civînê de daxuyaniyek hat belavkirin.
Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê, bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Şeva borî bi serpereştiya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û bi amadebûna Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Endazyar Elî Reşîd ve Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê bo tekoşîna hember vîrusa Koronayê li dîwana Parêzgehê civiyan û di civînê de teqezî hat kirin ku tevahiya hêzên navxwe (Asayîş, Polîs, Zêrevanî, Polîsê Hatûçûnê) rojane bi danîna xalên kontrolê ve, bo çavdêriya hemwelatiyan û wergirtina tedbîrên tund ên yasayî li hember hemû wan kes û aliyên ku bicîhanîna rênmayiyên tenduristiyê û tedbîrên xweparastinê yên girêdana maske divê berçav bigrin û divê erkê xwe berdewam bin. Li fermangeh û saziyên Hikûmetê jî, bo çavdêrîkirina fermanberên sazî û fermangeh û rêveberiyên Hikûmetê jî, lijneyên nepenî dê wî erkî bikin.’’
Herwiha hat destnîşankirin, odeya operasyonên Parêzgeha Hewlêrê, bi piştevaniya biryar û erkdariyên civîna 28.03.2021ê û civîna îro ya lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa Koronayê ve pêbende tevahî biryar û erkdariyên Wezareta Navxwe yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicîh bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin