Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê ji bo geskirina bazirganiyê bi Hindistanê re peyman danî
PeyamaKurd – Îro, pêncşemê (12.12.2024) Odeya Bazirganiyê ya Hewlêra paytext peymanek ji bo bihêzkirina pêwendiyên bazirganiyê yên li gel Hindistanê danî.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê, Gîlan Hac Seîd ji ajansa Şefeqê re ragihand: “Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Hindistanê re demdirêj in û em her tim dixwazin van peywendiyan di hemû waran de geş bikin. Hindistan yek ji wan welatên sereke yên hinardekirina petrola Iraqê ye û bi heman awayî Iraq jî îtxalkara sereke ya berhemên Hindistanê ye.”
Hac Seîd hêvî xwest ku îro danîna peymana lihevkirinê bibe teşwîqeke girîng ji bo bihêzkirina pêvajoya bazirganiya di navbera her du aliyan de û her weha ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeş a di hemû warên xizmetkirinê de.
Her weha hêvî xwest ku şirketên hindî li gorî qanûna veberhênanê ya niha li Kurdistanê sermaye razandinê bikin, ku hêsankariyên berbiçav ji bo sermayedaran dide û û heman îmtiyazan ji bo sermayedarên biyanî nas dike ku wek ew ên navxweyî bin û tekez kir ku bazara Kurdistanê di hemû waran de pêwîstî bi veberhênanê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin