Tirkiyê li Girê Spî odeya pîsesazî û bazirganiyê vekir
PeyamaKurd- Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê odeyeke pîşesazî û bazirganiyê ji aliyê Tirkiyê ve hat vekirin.
Tirkiyê ragihandiye, armanc ji damezrandina wê odeya bazirganî û pîşesaziyê ew e ku di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û herwiha bajarên Bakurê Kurdistanê de tevneke bazirganiyê ava bike.
Walîtiya Rihayê jî ragihand ku bi avakirina wê odeya bazirganî û pîşesaziyê re ew dixwazin girîngiyeke taybet bidin kerta çandiniyê ya li wê navçeyê.
Serokê wê odeya bazirganiyê jî ragihand ku heya niha 240 kesan ji hemû sektoran navên xwe nivîsandine, da ku bibin endamên odeya bazirganî û pîşesaziyê ya Girê Spî.
Berê jî Tirkiyê li herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî navendên çendîn saziyên xwe vekiribûn û li ser saziyên wan bajaran tabloyên bi zimanê Tirkî danîbû.
Piştî êrîşên Cotmeha 2019 ên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî bi dehan gundên derdorê ketin bin kontrola hêzên wî welatî.
Tirkiyê tevî komên çekdar ên Sûrî di 9ê Comtmeha 2019an de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribûn û Hêzên Sûiyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên wan dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin