Li ser êrîsa bombeyî ya Hewlêrê de 2 kes hatin girtin

07 October 2022 23:12 0 dîtin
Li ser êrîsa bombeyî ya Hewlêrê de 2 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Asayîşa Hewlêrê ragihand ku 2 kesên têkiliya wan bi xistina bombê ya bin erebeya Hawkar Abdullah Resûl hene, hatine binçavkirin. Resûl berê fermandarekî rêxistina antî terorê yê YNK ê ye.

Bûyer îro li dora nîvro, li taxa ‘32 em Park’ê çêbûye û bombe xistine binê ereba Resûl. Di encama teqînê de Hawkar Abdullah Resûl jiyana xwe ji dest daye, jina wî, xwuşka wî û 2 zarokên wî birîndar bûne.

Li gor ragihandina Rûdawê; 2 kesên hatine girtin, parastvanên (heres) nêz yên Hawkar Abdulah Resûl in. Her dû kesên bombe xistine ereba Resûl, li Hewlêrê, nêzî polîtburoya YNK ê li taxa Şehîdan di operasyonekî taybet de hatine girtin.