Di êrîsa bombeyî ya Qamislo de dayikek û kurê wê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Çarşemê 28ê Tebaxê, balafireke bêmirov Tirkiyê li kêleka Navenda Poste û Pêwendiyan û garaja otobusan a taxa Enteriye ya rojhilatê bajarê Qamişlo otomobîlek bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê, di encama êrîşa dronî de, li Qamişlo dayikek û kurê wê can dan.
Medya Rojavayê Kurdistanê daye zanîn, di encama bombebaranê de jina bi navê Xalide Mihemed Şerif a 45 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin