Di êrîsa bombeyî de 5 kes mirin û 32 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li bajarê Turbatê, di êrîşa bombeyî de 5 kes mirin û 32 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 5 kesan xedar e.
Êrîş, di dema erebe derbas dibûn de çêbû. Rayedar dibêjin ku rewşa 5 birîndaran baş nîne lê êrîş ji aliyê kê de hatiye kirin nehat ragihandin.
Li Belûcistana Pakistanê rêxistinên Belûc hene ku rizgariya welatê xwe dixwazin lê Talîbana Pakistanê jî heye ku gelek caran êrîşên weha dike û baregehên wê li Afganistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin