Li Efxanistanê êrîsa xwekujiyê: 5 kes mirin, 7 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Kundij a bakurê li Efxanistanê êrîşkarek hat pêşiya banka dewletê ya Kabilê û teqemeniya li ser xwe teqand.
Li gorî ku hat diyarkirin Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Kundijê di daxuyaniyekê de got, “Li ber deriyê Kabil Bankê êrîşkarekî xwekujiyê xwe teqand û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku di nav wan de nobedarên bankê û sivîl jî hebûn û 7 kes jî birîndar bûn. Derbarê bûyerê de heta niha tu kes nehatiye binçavkirin.
Her weha heta niha kesî berpirsyariya êrîşê jî li xwe negirtiye.”
Kabil Bank weke banka herî mezin a Efxanistanê tê naskirin, di rojên dawî yên meha çileyê de dayîna mûçeyên karmendan 3 mehan bi paş xist û giliyên hinek karmendan di çapemeniyê de cih girt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin