Nîjerya aram nabe: Di êrîsa xwekujiyê de 19 kes mirin û 20 birîndar hene
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê rêxistina terorê ya Boko Haramê car din dest bi tevgerên xwe yên şiddetê kir û di tevgera xwekuştinê de 19 kes mirin û 20 kes birînbdar bûn.
Li gor medya xwecîh; bûyer duhî êvarê li eyaleta Bornoyê li gundê Kawuri, li kenarê rê, di tevgera ser çayxaneyekî ya xwekujiyê de 19 kuştî û 20 birîndar çêbûne.
Boko Haramê heya niha bûyerê negirtiye aliyê xwe lê di 30ê Hezîranê de, di êrîşa xwekujiyê ya li Borno de 31 kesan kuştibû.
Li eyaleta Bornoyê rêxistinên wekî Boko Haram û ISWAP a ku baskê DEAŞê yê Rojavayê Afrîkaye gelek êrîşan dikin.
Boko Haram, ji sala 2009an heya niha tevgerên weha dike û ji sala 2015an heya niha li Nîjeryayê, li Kamerûn, Çad û Nîjerê êrîşan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin