Di êrîsa li ber nexwesxanê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Ercîşê do bi şev di navbera du malbatan de pevçûn derketibû û îro ew pevçûn li ber nexweşxanê dewam kir.
Gumanbarê ku îro ji bo muayenê birin nexweşxana dewletê ya Şehit Rıdvan Çevik a Ercîşê ya bajarê Wanê, malabata dinê li ber nexweşxanê êrîşê gumanbar kir, gumanbar û xebatkarekî nexweşxanê hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Her dû malbatên ku do êvarê bi sedemekî nehat zanîn li hev xistin, di çarçova lêpirsînê de polîs Aydın Tokay xist binçav. Gumanbar Aydın Tokay dema serê siba dibirin nexweşxanê da kontrola tenduristiya wî bikin, li ber nexweşxana Şehit Rıdvan Çevik, car din bi malabata din re munaqeşe destpêkir û kesê bi navê G.D. bi çekê êrîş kir.
Aydın Tokay li ber nexweşxanê mir û gula ku sîlih pekiya li serê xebatkarekî nexweşxanê ket. Birîndarê bi navê Emrah Budak li nexweşxanê di emeliyatê de mir.
Kujer G.D. dema xwest bireve, polîs li lingê wî da û birîndar kir. Paşî ew girtin û xistin binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin