Li Pakistanê li stasyoneke trênê êrîsa bombeyî pêk hat: 24 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn

09 November 2024 15:30 0 dîtin
Li Pakistanê li stasyoneke trênê êrîsa bombeyî pêk hat: 24 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Di êrîşa bombeyî de ya li nêzî stesyona trenê ya li bajarê Quettaya Pakistanê, 24 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.

Di teqînê de ya ku li rawestgeheke trênê ya li Quettaya başûrê rojavayê Pakistanê rû da, 14 jê leşker 24 kes mirin û zêdeyî 40 kesî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe ya derbarê teqîna li rawestgeha trenê de, Polîsê Belûcistanê got, “Armanc personelên artêşê yên li Dibistana Piyade bûn, Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) berpirsyariya vê êrîşa bombeyî li xwe girt ku wê hingê pêk hatiye dema ku rêwî li peronê bûne.”